image

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên çapemeniya Yunanîstanê, Yunanîstan û Fransayê, li deryaya Egeyê dest bi tetbîqata leşkerî kir. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hemû keştiyên şer ên Yunanîstanê, tevlî vê tetbîqatê bûne.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, tetbîqata ku ji aliyê Fransa û Yunanîstanê ve li deryaya Egeyê dest pê kiriye, dê heta 1ê Cotmehê dewam bike.

Hat zanîn ku hemû keştiyên şer ên hêza deryayî ya Yunanîstanê tevlî vê tetbîqatê bûne û Yunanîstanê pişta xwe bi peymanên berevaniyê yên ku ligel Fransa û Amerîkayê çêkirine ve girêdaye.

Beriya niha çend roj berê, Serokwezîrê Yuananîstanê Kiryakos Miçotakis di civîna kabîneya hikûmetê de axivîbû û gotibû ku ‘Tirkiyeyê tenê Yunanîstanê nedaye hemberî xwe, hevkarên me yên NATOyê jî daye hemberî xwe.’