image

PeyamaKurd – Li gor nûçeya KAN ê ku weşaneka giştî ya Îsraîlê ye; wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Gantz gotiye ku wê rêvebirên Cîhad a Îslamî yên li derveyê welat jî bedel bidin. Gantz wekî din jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ji bo artêşa Îsraîlê, serwîsa îstîxbarata hundir Şîn-Bet ê û temamê hêzên ewlehiyê  ferman daye ku zerarê bidin tevgera Cîhad a Îslamî û li bakûrê Îsraîlê aramiyê peyda bikin.

Li gor medya Îsraîlê Gantz vê sibê ferman daye ku li Xezzayê êrîşan bibin ser tevgera Cîhad a Îslamî. Êrîşên Îsraîlê yên do îro jî dewam kirin.