image

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku rewşa Sûriyê weha nameşe, dibe ku xerabtir bibe û ceribandinên nûh çêbibin. Pedersen got ku bêbaweriya li welat, bê îstîqrarî û rewşa navdewletî çareseriyê zahmet dike. Pedersen di civîna konseya ewlehiyê ya NY de agahî da endaman.

Pedersen gotinên sekreterê giştî yên Antonio Guterres bi bîr xist ku gotibû Sûriye kavil bû û aştiyeka nêz xwuya nake. Pedersen got:

“Nîvê nûfûsa Sûriyê bi xidaya ku bawerî pê nayê anîn re rû bi rû ye. Xebatkarên tenduristiyê dewam dikin û terka Sûriyê dikin. Aramiya qismî ya ku ji sala 2022an ve dewam dikin niha di bin tehdîdê ye. Divê tawîz bên dayîn. Terefên li Sûriyê û aktorên navdewletî divê li ser tawîzan rawestin.”