image

PeyamaKurd - Partiya rejîma Beas a heta beriya hilweşîna wê rejîmê Sedam Huseyîn seroktiya wê dikir, ji nû ve derket meydanê.
Li ser torên medya civakî bi dîroka 15ê Gulana 2022yan daxuyaniyek hatiye belavkirin ku tê de behsa vejandina Partiya Beas a rejîma berê ya Iraqê tê kirin û tê gotin, “Em tev Saddam Huseyn û Îzzet Îbrahîm in!”

Bi vê daxuyaniya hatiye belavkirin, behsa ji nû ve zindîkirina Partiya Beas a nijadperestiya civaka ereb dike tê kirin.

 Daxuyanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê dilovanê dilovîn
Partîya Vejîna Erebperwera Sosyalîst
Neteweyeka Ereb-nijada Yekrêz û xwedan peyameka Nemir
Fermandarîya Herêma Îraqî
Nivîsgeha Emanetgerîya Razveşêrîya Herêmî: Em tev Saddam Huseyn û Îzzet Îbrahîm in

Hevalên xebatkarên rêzdar, endamên fermandarîya Herêma Îraqê
M/Erêkirin
Silava heval-parêzî:
Fermandarîya Herêma Îraqê di civîna xwe ya ku di dîroka [9/5/2022] de hatî lidarxistin de biryar bi erêkirin li ser daxwazkirina vegerîna Heval Ebû Muhemmed el-Murşidî ji bo endametîya di fermandarîya Herêma Îraqî de daye û ew bi berpirsîya “nûnêrê fermî ji bo partîyê” erkedar kiriye.
Digel rêzgirtin, ji bo kerema agahdarbûnê
Ji bo xebatê hûn her hebin û serberzî û nemirin her ji bo peyama neteweya me bin
Heval
Rêvebirê nivîsgeha Razveşêrîya Herêmê
14/5/2022