image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji bajarê Îsraîlê yê Tel Avivê hatin ragihandin, geşta rasterast a yekemîn ku dê di navbera Îsraîl û Qeterê de bihata kirin, îro dest pê kiriye.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku 2 balafirên bi terîfe yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2022yan dê Îsraîliyan veguhseta, ji balafirgeha Tel Avivê ya Ben Gurionê rabûne û ber bi balafirgeha Qeterê ya Dohayê bi rê ketine.

Hat diyarkirin ku heta organizasyona Kupaya Cîhanê dewam bike, dê 6 seferên asîmanî werin kirin û dê geşt ji cihê Îranê dê di ser qada asîmanî ya Erebîstana Siûdî re werin kirin.

Ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve di 10ê Mijdarê de hatibû ragihandin ku welatiyên Îsraîlê, dê cara yekemîn ji bo tevlîbûna Kûpaya Cîhanê, rasterast bifirin Qeterê û ji bo vê jî li Dohayê ofîseke derbasdar a dîplomatîk hatiye vekirin.