image

PeyamaKurd – Li Lubnanê serdozgerê dadgeha temyîzê Ghassan Oweidat, kesên li ser teqîna li lîmana Beyrûdê ya ku di 4 ê tebaxa 2020an de çêbûbû, biryara berdana temamên kesên girtî da. Serdozger di heman wextê de dozê li dadgerê ku lêpirsîn û lêkolîna dosyayê dikir yê bi navê Tariq Bitar de daxwuyaniya sûcdariya wî kir.

Kes nizane Bitar bi kîjan tewanê rû bi rû ye lê di derebarê wî û girtiyên berdayî de qedexeya derketina derveyê welat hat dayîn.

Dagger Bitar jî daxwuyaniyekî da û got ku îdeanama wî de navê serdozgerê dadgeha temyîzê Oweidat jî heye ku sûcdare û nikare di derbarê dosyayê de biryarê bide. Bitar her weha got ku heya îdeaname amade bibe wê wezîfa xwe dewam bike, biryara berdana ku Oweidat daye qanûnî nîne û divê biryar nê bicîhanîn.

Di teqîna Lubnanê de 210 kes miribûn û 6.500 kes jî birîndar bûbûn. Niha dadgerê dosya teqîna Lubnanê û serdozgerê dadgeha temyîzê li ser bûyer û dozê hev tewanbar dikin.