image

PeyamaKurd - Greva karkerên otomotîvê ya li Amerîka bû sedema zerara bi 4 mîlyar dolarî. Sendîka bi navê UAW, li hemberê 3 hilberînerên otomobîlan greva wan, 2 hefteye ku dewam dike û bi miqdarê 4 mîlyar dolarî zerarê daye wan. Reqemên navborî wendabûna hilberîneran, ucreta karkeran ya rojane û ya amadekara ye.

Di hevdîtinên sendika UAWê, bi Ford, GM û Stellantis de ku li ser mehaneyên 150 hezar karker li hev nekiribûn ku peyman di 14 ê Êlûnê de qediyabû, li hev nekiribûn û 13 hezar karker ketine grevê. Niha jimara karkerên ketine grevê gihaye 25 hezarî.