image

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossi, li ser êrîşên ku li dijî Santrala Zaporijyayê tên kirin, hişyariyeke tund kir. Grossi banga rawestandina êrîşan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê IAEAyê ve hat ragihandin de bal li ser êrîşên ku duh bişev li derdora santralê zêde bûne, hat kişandin û hişyarî hat kirin ku bombe hem rastî santralê hem jî rastî derdora wê hatine û pisporan ev teqîn dîtine.

Bi rêya daxuyaniyê ji aliyê Grossi ve bang li herdu aliyan jî hat kirin ji ber bombardûmanê, ji bilî hin avahiyên li tesîsê, hin ekîpmanan jî zerar dîtine lê belê heta niha rewşeke ku ewlehiyê bike bin metirsiyê, çênebûye.

Rafael Mariano Grossi, bi navbeynkariya daxuyaniya nivîskî got,

“Nûçeyên ku ji duh û vê sibehê ve ji bo tîmên me tên ragihandin, me gelek aciz dikin. Teqînên li qada ku santrala herî mezin lê ye, bi tu awayî nayên qebûlkirin. Her kî li pişt van teqînan be, bila demildest raweste. Wekî ku min bi caran got, hûn bi êgir dilîzin.”