image

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, ji bo salvegera bikaranîna bombeya atomî ya li hember bajarê Hîroşîma ya ji aliyê Amerîkayê ve serdana Hîroşîmayê kir û diyar kir: “Divê ji tiştên ku hatine jiyîn, ders bên sitendin.”

Sekreterê Giştî yê NYê, di merasîma ji bo bibîranîna qurbanên wê bûyera roja 6ê Tebaxa 1945ê de axivî û da zanîn: “Li vî bajarî bi deh hezaran kes di kêliyeke ku qasî çavên xwe vekirin û girtin de can dan.”

Guterres eşkere kir, piştî êrîşê kesên ku di jiyanê de jî man, ji ber bandora radyoaktîvîteyê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên wek penceşêrê re tekoşînê dikin. Divê ji tiştên ku hatine jiyankirin ders û ezmûn bên wergirtin.

Guterres destnîşan kir: “Li Ukrayna, Rojhilata Navîn û Nîv Girawa Kore krîzên hene gefa nûkleerî jî li gel xwe tîne. Mirovahî bi çekekî tejî û amade ve dilîze.”