
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres goti ji dema ku wî wezîfe girtiye heta niha li Xezzeyê qurbaniyên sivîl ji hemû pevçûnan zêdetir in.
Guterres; Daxwazên xwe yên ji bo agirbesteke mirovî, gihandina alîkariyên bênavber û azadkirina hemû dîl û girtiyan anî ziman û got, "Ez girîng dibînim ku em vê trajediyê veguherînin firsendekê. Divê em piştî şer bi biryar û bêveger ber bi çareseriya du dewletan ve biçin."
Guterres eşkere kir, ew difikire ku divê Rêvebiriya Filistînê li Xezzeyê berpirsyariya xwe bigire ser xwe û wiha dewam kir:
“Lê belê dema ku tankên Îsraîlî li Xezzeyê ne, desthilatdariya Filistînê nikare were, ji ber vê yekê civaka navneteweyî divê balê bikişîne ser pêvajoya veguhêz. Ez nafikirim ku çareseriyek bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li Xezzeyê rast e. Pêdiviya me bi nêzîkatiyeke piralî heye. Divê dewlet û rêxistinên cuda hevkariyê bikin.”