image

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dema Civata Giştî ya 78an a NY birêve diçe, hevpeyvînek da kanala CNNê.

Antonio Guterres, da zanîn ku Civata Giştî ya NY ne tenê welat, herwiha sektora taybet, civaka sivîl, rêxistinên jin û ciwanan û zanyarên cîhanê jî anîne bav he û got, di dayîna biryarên girîng de, hêza NY bi sînor e û ew hêz jî girêdayî welatan e.

Guterres ragihand ku ew di serdema nû de di hilbijartinên Sekreterê Giştî yê NY de nabe namzed û li ser erka xwe ya di NY de jî got ku li ser welatan ti erk û bandora wî nîne, ji bo wergirtina biryarên girîng, pêwîstî ji her demê bêhtir bi yekbûna dewletên endam heye.

Li ser mijara Ukrayna-Rûsyayê Guterres diyar kir ku Rûsyayê sala 2014an nexwestiye NY wek navbeynkar di Peymana Minskê de cî bigire û da zanîn, ew li qadên destûr hatiye dayîn çi ji destê wan tê dikin.

Guterres herwiha da xuyakirin ku Rûsyayê bi êrîşkirina ser depoyên xidayê re, hewldanên dabînkirina xida û zibil a bo cîhanê têk daye.

Guterres bal kişand ser hevdîtina Pûtîn û Kim Jung û got ku heger Rûsya rêzê li dorpêça çekan negire, wê di Konseya Ewlekariyê de rastî pirseke gelekî cidî bên.