
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li ser mijara korîdora şandina genimê Ukraynayê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, Wezîrê Derve Hakan Fîdan di çarçoveya 78emîn Civata Giştî ya NY li bajarê New Yorkê de bi Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re civiya û geşedanên dawî yên Ukrayna û însiyatîfa şandina genim bi rêya deryaya Reş re û dosyaya Qibrisê gotûbêj kirin.
Nivîsgeha Berdevkê Guterres jî eşkere kir, Sekreterê Giştî yê NY ji bo hevkariya di navbera Netewên Yekbûyî û Tirkiyê de û kedên ji bo çareserkirina bandorên şerê li Ukraynayê, bi riya pêngava şandina genim piştevaniya xwe nîşan da.
Guterres û Fîdan di civînê de li ser rewşa Sûriyê û pirsgirêka Qibrisê jî gotûbêj kirin. Biryar e îro 24ê Îlonê Yekşemê civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bidawî bibin.