image

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Lubnanê Saad el-Harîrî ku niha bo avakirina hukumeta nû ya Lubnanê hatiye erkdarkirin, bo seredana Papa ya Lubnanê ragihand:

“Papa piştî hukumeta nû bê avakirin dixwaze seredana Lubnanê bike.”

Harîrî, li Vatikanê piştî hevdîtina bi Papa Franciscus re bo çapemeniyê civînekî lidarxist û got:

“Min ji devê Papa di derbarê mafên Xîrîstiyanan de tiştekî nebihîst. Bi eksa wê Papa girîngiyê dide pêkvejiyana pêkhateyên Lubnanê.”

Harîrî bê ku nav bide, rexne li wan kesên bo avakirina hukumeta nû dibin asteng kir û got hukumeta nû wê krîza darayî ya Lubnanê çareser bike û axaftina xwe dewam kir:

“Em li Lubnanê serbestiya darayî diparêzin û li hemberê me hene ku dixwazin enerjiyê bixin destê xwe û aboriya Lubnanê bi hinek ciyên din ve girêdin. Em di babeta aboriyê de dixwazin bi temamê dewletên dinyayê re bixebitin. Lê hinek kes dixwazin berê me bidin ciyeka dinê. Em di halekî zor de ne û Vatîkan pirsgirêkên Lubnanê ji herkesî baştir dizane.”