image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber ketina pileya germê ya zivistanê heta bin sifirê 30 dereceyan, li welatê Afganistanê hejmara kesên ji ber sermayê mirine gihîşt 157 kesan.

Li gorî ragihandina Berdevkê Serokatiya Karesat û Afatan a Afganistanê Şafîullah Rehimî, li paytext Kabûl û deverên din ên Afganistanê sermaya herî zêde ya çend salên dawî heye û li seranserê welat, 157 kes ji ber sermayê can dane.

Rehimî daye zanîn ku piraniya kesên ji ber sermayê mirine li bajarên Gor, Badahşan, Paktika û Paktiyayê ne ku herwiha zêdetirî 75 hezar ajal jî telef bûne.

Ji bilî van hejmaran herwiha 45 kesên madeyên tilyakê bikar tînin jî li kuçeyan ji ber serma zivistanê can dane.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêdiviya ji sê duyê 28 milyon şêniyên Afganistanê bi alîkariya lezgîn heye.