image

PeyamaKurd-  Di agahiyên ji çapemeniya Endonezyayê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di erdheja bi lerza 5,6an a ku li eyaleta Javaya Rojava ya Endonezyayê qewimîbû de hejmara miriyan derket 321an.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, bîlançoya erdheja bi lerza 5,6 a ku di 20ê Mijdarê de li herêma Cianjur a eyaleta Javaya Rojava ya Endonezyayê pêk hatibû, xirabtir dibe. 

Serokê Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê Suharyanto, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, derket 321an. Suharyanto eşkere kir ku 73 hezar û 874 kes di erdheja dijwar de mexdûr bûne û lêgerîna 11 kesên wenda jî berdewam dike. 

Her wiha haz eşkrekirin ku di erdhejê de 62 hezar û 628 xanî hilweşiyane û hikûmet plansaziyê dike ku di dewsa xaniyên xerabûyî de avahiyên ewle ava bike.