image

PeyamaKurd – Gera duyem a hilbijartinên parlamentoya Fransyê îro 19ê Hezîranê roja Yekşemê bi rê ve çû. Li gorî rapirsiya piştî dengdana hilbijartinan, hevpeymana Ensemble (bihevre) ya Serokomar Emmanuel Macron nekarî di parlamentoyê de piraniya kursiyan bidest bixe.

Dengdan li gorî dema herêmî saet 08:00an dest pê kir û li saet 20:00an jî bi dengên welatiyên li bajarên mezin bi dawî bû. Wezareta Derve ya Fransayê jî ragihandiye ku heta saet 17.00an li seranserê Fransayê ji sedî 38,11 kesan beşdarî dengdanê kiriye.

Li gorî rapirsiyên piştî dengdanê hevypemana Ensemble ya Macron serokatiya wê dike, di navbera 200 û 260 kursiyan de bi dest dixe û di rêza yekem de ye. Lê belê li gorî encaman piraniyê ji dest dide.

Lîsteya Çepgiran yan Hevpeymaniya Nupes a bi serokatiya Jean-Luc Mélenchon jîdi navbera 150-200 kursîyan de werdigire û partiya rastgira tund a Rassemblement neteweyî (RN) jî di navbera 60-102 kursiyan de, bidest dixe.

Hevpeymaniya Nupes bi van encaman dibe opozîsyona sereke ya parlamentoya Fransayê, lê nikare hikûmetê bi serê xwe ava bike.

Ji bo ku hevpeymanek piraniyê bi dest bixe, pêwîste ji 577 kursiyan 289 kursiyan bi dest bixe.