
PeyamaKurd – Li demeke ku protestoyên alîgirên Tevgera Sedir dewam dikin û hikûmeta nû ya Iraqê hîn nehatiye damezrandin, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Mihemed Seyhûd ku partiya Nûrî Malikî ye, îro 31ê Tîrmehê du bijarde pêşkeşî aliyên siyasî kir.
Li gorî medya Iraqê Seyhûd gotiye, "Tenê du bijarde ji bo hemû aliyan hene û bijardeya sêyem tune."
Mihemed Seyhûd wekî bijardeya yekem jî şer û pevçûna aliyan nîşan daye û diyar kiriye, Yekem, pevçûnên di navbera alîgirên her du aliyan de, ku dê bibe sedema rijandina xwînê ku dibêje; çarçoweya hevahengiya vê bijardeyê red dike û di wê baweriyê de ye ku ew xizmeta mala Şîeyan nake.
Ya Duyem jî Seyhûd got ku serî li diyaloga rasterast bêyî navbeynkariya aliyên din bidin û bang li tevgera Sedir kir: "Bersiva daxwazên Çarçoveya Hemahengiyê ya ji bo çareserkirina hemû nakokiyan bi diyalog û têgihiştinê bide. Em bang li meclîsên olî dikin ku navbeynkariyê bikin ji bo vegerandina têkiliyan bi tevgera Sedr re. Divê hewl bidin ku di navbera me de pevçûnan dûr bixin."
Herwiha Mihemed Seyhûd serokwezîr Mistefa Kazimî jî bi wê yekê tohmetbar kir ku li pişt kirîza heyî ya di navbera tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê de ye û ew bi beşdarbûna di qeyranên berê û sextekariyên hilbijartinên borî de tawanbar kir.