image

PeyamaKurd – Koordînatorê Koşka Sipî yê ji Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr berpirs Brett McGurk bi heyeta xwe ve gihaye Bexdayê û bi serokwezîr Mustafa Kazimî re civiya.

Li gor ragihandina serokwezîrtiya Iraqê; di hevdîtinê de li ser mijara zêdekirina hevkariya navbera Iraq û Amerîkayê û bi taybetî li ser mijara muzakereyên stratejîk yên navbera her dû dewletan axifîne.

Heyeta Amerîkayê her weha bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih û bi serokê parlementoya Iraqê Muhammed Helbûsî re jî civiyaye.

Di nav heyetê de ji bilî McGurk şêwirmendê wezareta karên derve yê Amerîkayê Derek Chollet, cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Joey Hood û cîgira wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Dana Stroll hene.

Heyeta Amerîkî sibê seredana Herêma Kurdistanê dike û bi rêvebiriya Kurdistanê re dicive.