
PeyamaKurd – Grûbekî ji parlementerên parlementoya Îngîltere seredana Taywanê kir ku di navbera Çînê û Taywanê li ser desthilatê arîşeyên wan yên mezin hene û hem îro serokê dewleta Çînê Şi, mêvanê serokê Rûsyayê Vladimir Putin e.
Li gor ajansa Taywanê CNA yê; di baskê bin yê parlementoya Îngîltere ji Kamara Awamê parlementer Bon Stewart û 5 kesên di heyetê de bi serokê Taywanê Tsai Ing-wen re hevdîtin kirin. Tsai, di hevdîtinê de ji parlementerên Îngîltere ji bo Taywan tevlî peymana Berfireh û Pêşverû ya Hevkariya Trans-Pasifikê bibe destekê xwest. Her weha Îngîltere jî ji bo heman peymanê seredana endamtiyê kiriye û Tsai sipasiyên xwe ji bo desteka wan ya Taywanê kiriye. Tsai, gotiye ku Taipei û Londra wê bi tevlûbûna nav peymanê bazirganiya duqolî û têkiliyên bazirganî bipêş bikeve.
Stewert jî ragihandiye ku kovara Economist ê di serê salê de lîsta demokrasiyê belav kiriye û di lîstê de Taywan di ser Îngîltere de cîh girtiye û weha dewam kiriye:
“Taywan, di dinyayê de demokrasî çawa dimeşe, nûmûna wê ye. Îngîltere ew destkeftiyên ku Taywan di 30 salî de xistiye dest, Îngîltere di 800 salan de hêj nexistiye dest û negihaye wê astê.”
Geryana heyeta Îngîltere wê 6 roj dewam bike û piştî hevdîtina bi Tsai re, wê bi serokwezîrê Taywanê Chen Chien-jen, bi sekreterê giştî yê ewlehiya netewî bi Wellington Koo û desthilatên din re hevdîtinan bikin. Her weha wezareta bazirganiyê û wezîrê bejayiyê jî di nav lîsta hevdîtinan de ne. Di heyetê de Stewart, Rob Butle, Sarah Atherton, Tanmanjeet Singh Dhesi, Afzal Khan û Marie Rimmer hene.
Di sala 1949an de komunîstên Çînê di bin serokatiya Mao Zedung de biserketin û muxalifên wan li Taywanê hukumetekî nûh ji xwe re ava kiribûn û arîşeyên wan heya îro dewam dikin.