
PeyamaKurd – Fermandariya cendirman ya bajarê Îstenbolê operasyonê kir ser endamên rêxistina Partiya Komunîst ya Marksîst-Lenînîst (MLKP)ê û di encamê de bi sedema ji rêxistinê re mirovan peyda dikin 13 kesan girtin. Hat gotin ku di operasyonê de çek, fişek û materyalên dîjîtal xistine dest.
Li gor ragihandina wezareta karên hundir ya Tirkiyê kesên hatine binçavkirin li Sûriyê perwerda çek û sabotajan girtine, di nav rêxistinê de li Îstenbolê xebat kirine û ji bo rêxistinê mirovan peyda kirine.
Di operasyonê de17 adres li Îstenbolê û 1 li Îzmîrê bi temamî avêtine ser 18 kesan lê ji ber 4 kes li derveyê Tirkiyê bûne tenha 13 kesan girtine.
Bi wan re demançeyekî û 24 fişek girtine. Sitendina îfadên wan dewam dike.