image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê; hêzên Sûriyê li bajarê Til Rifetê 2 SİHA yên Tirkiyê xistine. Hat gotin ku SİHA yekî di wexta li Til Rifetê nêzî noqteya kontrolê ya Emin el-Dewle digeriya hatiye xistin.

Li aliyê dinê artêşa Tirkiyê li deverên bajarokên Kefer Naya û Merenaz ê, li Munbicê jî li gundên Um Edse, Um Cellud, Bak Weran û Seyade bombardıman kirine.

Mala Çavdêriyê ya Sûriyê SOHR jî li ser mijarê ragihand ku ‘drona kamikaze’ li Til Rifetê xwestiye li noqteya kontrolê ya hêzên rejîmê bixe lê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê de hatiye xistin. SOHR ê di nûçeya xwe de ragihandiye ku hêzên rejîmê SİHA kî dinê jî xistine û xaniyekî jê zerarê diye.

Li Til Rifetê hêzên rejîmê û HSD ê yên her dû aliyan hene. Tirkiye di demên dawiyê de îşareta operasyonan ji bo Til Rifet û Minbicê dabû.