
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav 24 saetên dawî de, hikûmeta Tirkiyê zêdetirî 600 penaberên Sûriyê dersînor kirin û ew radestî komên çekdar ên opozîsyonê kirin.
Li gorî çavkaniyên medyayî yên Sûriyê, 16ê Îlonê, zêdetirî 175 penaberên Sûrî di deriyê Serê Kaniyê re û 440 penaber di deriyê Bab El-Hewa re hatin dersînorkirin û radestî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hatin kirin.
Hate diyarkirin ku proseya dersînorkirinê bi belgekirina ku cardin nikaribin vegerin Tirkiyê hatiye encamdan.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Li gorî çalakvanên Sûrî proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî vê rewşê bi erkê rabin.
Ji destpêka meha Îlonê ve, desthilatên Tirkiyê zêdetirî 7200 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine û vegerandine welatê wan.