PeyamaKurd- Navenda Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, berpirsyariya êrîşa li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ya li paytext Enqereyê girt ser xwe.
HPGê, piştî êrîşa ku li Enqereyê hat kirin, bi daxuyaniyekê ragihand û çalakî ji aliyê yekîneyeke bombebarkirî ya girêdayî wan ve hatiye lidarxistin û bi berdewamî wiha hat gotin:
"Îro saet di 09.30an de ji aliyê tîmeke girêdayî Tabûra me ya Nemiran ve li dijî avahiya Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Tirkiyeyê, çalakiyeke fedayî pêk hat.
Çalakiya ku hat kirin, li ser esasê pêkanînên dijmirovahî û polîtîkayên tecrîdê yên li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê hatine bipêşxistin, binpêkirina mafên mirovan, binpêkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî, bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê gerdûnî ve hatine qedexekirin, qanûnên şer ên li dijî hêzên me yên gerîla û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên me yên gerîla yên li Kurdistanê hatiye kirin.
Ev çalakiya xweparastinê ye ku ji bo hişyarkirina li dijî talankirin û komkujiya li hember xwezaya Herêma Kurdistanê û zextên faşîstan a li ser gelê Kurdistanê û hemû derdorên demokratîk hatiye kirin.”
Her wiha di derbarê nasnameya kesên ev çalakî kirine de jî agahî hatin dayîn û hat diyarkirin ku çalaki ji aliyê kesên bi navên Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hatiye kirin.