image

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi ser Îranê ve, bi helîkopterekî li Derya Sor avêtin ser keştiyekî kargoyê ya bi navê Galaxy Leader û keştiyê desteser kirin. Hûsî dibêjin ku keştî ya şîrketekiye ku ortaxê keştiyê yekî Îsraîliye. Li aliyê dinê dibêjin ku keştî ya şîrketekî Îsraîliya ye.

Li gor ragihandina BBCyê jî; Îsraîl dibêje ku keştî ya şîrketekiye ku navenda wê Japonyaye û xwediyê keştiyê Îngîlîzin. Îsraîlê li ser revandina keştiyê, Îranê bi terorê tewanbar kir.

Wezîrê karên derve yê Japonyayê îro bi Erebsitana Sa’ûdiyê, Umman û Îranê re pêwendî danî û xwest keştiyê serbest berdin.

Ji Hamasê Osama Hamdan ku ji serpereştê Hamasê yê Beyrûdê ye, ragihandinekî ku tevgera Hûsiyan bilind dinirxîne da çapemeniyê.

Di keştiya Galaxy Leader de 25 muretebat hene û fermandarê Hûsiyan ji bo tv. ya Al-Massirah got ku ev tevger hêj destpêke û keştiyên Îsraîlê ji bo wan hedefe.