image

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Kurdekî ji bajarê Senendajê yê bi navê Abdulselam Kerîmî kir şêwirmendê xwe yê ji pêkhateyên olî, mezhebî û etnîkî yên jimara wan kêm. Ragihandin ji aliyê serokkomariya Îranê de hat kirin.

Kerîmî, li Kurdistanê li bajarê Senendajê, di sala 1967 an de hatiye dinyayê û di ziman û wêjeya Erebî de doktora xwe kiriye. Paşî qeymeqamî, rektorî di asta bilind de wezîfeyan kiriye. Li Senendajê rêvebiriya navenda Îmam Şafîî ya İlmên Îslamî kiriye.

Di hilbijartina serokkomariyê de ji alimên Sunniyan Mewlewî Abdulhamid Îsmaîlzehî ragihandibû ku Reîsî destek dikin û Reîsî ji bo bicîhanîna edaletê, wekheviyê û ji bo cudakariyê ji ortê rake soz daye wan.

Di meclisa Îranê de Konseya Ehlî Sunnet ya Îranê bi 16 parlementerên xwe ve destekê dabûn Îbrahîm Reîsî. Li Îranê li dora 15 mîlyon kes Ehlî Sunnetin.