image

PeyamaKurd Erdogan ji bo cîgirê Serokomariyê teklîfek ji Bahçelî re anî. Lê belê hat îdiakirin ku Bahçelî ev teklîf red kiriye.

Hat îdiakirin ku Wezîrê Karên Navxweyî Soylu di dewama wezîfeya xwe da israr nekiriye û Bahçelî ji Erdogan re gotiye "Hûn li gor dilê xwe dikarin kabîneyê ava bikin."

Fuat Oktay wê wezîfeya Alîkariya Serokomariyê ku Bahçelî qebûl nekir bidomîne. Ji bo Berdevkê Serokomariyê Çagatay Kiliç jî di nav axaftinên paşperdeyê de ye.

Li aliyê din tê çaverêkirin ku Soylu ne di kabîneyê de be. Hat îdiakirin ku Soylu ji bo Serokatiya Meclisê tê dîtin. Tê payîn ku Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya weke Wezîrê Karên Hundir bê tayînkirin.