
PeyamaKurd - 5 bajarên eyaleta Sîstan-Beluçistan a Îranê di bin tozê de ma û 859 nexweşên nefesê û dil ji ber bandora tozbarînê berê xwe dan nexweşxaneyan.
Li gorî ragihandina berpirsê giştî yê nivîsgeha birêvebirina aloziyan a parzêgeha Sîstan-Belûçistan a Îranê, îro tozbarînê bandor li 5 bajarên; Zabul, Zohak, Hemûn, Hermand û Nemrozê kiriyeç
Hate diyarkirin ku 859 nexweşên dil û nefesê serî li nexweşxaneyan dane û hê jî 50 kes ji wan li nexweşxaneyê ne.
Li gorî daxuyaniyên rayedaran, wê bahozên xurt û tozbarîn li bakurê Sîstan-Belûçiştanê heta nîvê hefteya bê jî dewam bike û dibe bahozên xurt li herêmên rojhilat û rojavayê parêzgehê jî rabin.