image

PeyamaKurd – Îran li hemberê dorpêçên ser Îranê yên ku Yekîtiya Awrûpa û Îngîltere danîne ser Îranê, ket nav tevgerê û biryarên nûh da. Îran ragihand ku li hemberê tedbîrên wan ew jî tedbîrên xwe girtine.

Îranê dorpêçan an tedbîran danî ser wezîrê ji bajaran û avahiyan berpirs yê Fransayê Olivier Klein, serokerkanê Îngîltere Patrick Sanders û bi temamî 30 kesên Awrûpî û 4 dezgeyan. Wezareta karên derve ya Îranê bi nivîskî ragihand ku biryara tedbîran bi erêkirina meqamên pêwendîdar hatiye dayîn.

Di nava lîsta Îranê ya dorpêçan de grûba li parlementoya Awrûpayê ya bi navê ‘Dostên Awrûpî yên Îsraîlê’, ‘radyo J’ ya Parîsê, şîrketa Almanya ya bi navê ‘Herberger Bau’, rêxistina Îngîltere ya ‘Cemiyeta Henry Jackson’ û 4 dezgeyên din yên Îngîltere hene.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, serdozgerê Îngîltere  Victoria Prentis, hinek parlementerên Awrûpayê, kesê ku Quranê li ber balyozxana Tirkiyê ya Îsweçê şewitand Rasmus Paludan û bi tevahî 30 kes di nav lîstê de ne.