image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fermandarê Supaya Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî ji bo nêzîkirina aliyên şîeyên Iraqê îro Duşemê 17ê Çileyê 2022yan serdana Bexdayê dike.

Li gorî zanyariyan Îsmaîl Qaanî di vê serdana xwe ya Iraqê de, li Necefê serdana mezelê Îmam Elî û gora Ebu Mehdî Muhendis ê cîgirê serokê desteya milîsên Heşdî Şeibî yê hat kuştin û bavê rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, Mihemed Sadiq Sedir dike.

Herwiha li gorî ragihandina medya Iraqê, armanca vê serdanê ji bo civîna li gel aliyên erebên şîe ye ku wan nêzîkî hev bike û rêkeftinekê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ava bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hevpeymaniya Fetih û piraniya aliyên erebên şîe (Derveyî Tevgera Sedir) eniyek bi navê Çarçoveya Hemahengî ava kirine û encamên hilbijartinên 10ê Cotmeha borî qebûl nakin.

Li aliyê din jî Tevgera Sedir 73 kursiyên Parlamentoya Iraqê bidest xistine û xwe wek kutleya herî mezin a parlamentoyê pênase dike û daxwaza hikûmeta piranî dike. Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî red dike ku Tevgera Sedir piranî ye û daxwaza hikûmeta li ser bingehê lihevkirinê dike.