image

PeyamaKurd – Koordînatorê konseya ewlehiyê û ya stratejîk yê Qesra Sipî John Kirby got ku Îran li rojhilatê Moskovayê ji bo Rûsya tesîsê xwe yê hilberîna balafirên bêmirov ava bike alîkariyê daye Rûsyayê. Kirby got ku di navbera Îran û Rûsya de hevkariya leşkerî zêde bûye û ji meha gulanê heya niha Rûsya ji Îranê bi sedan dronên Kamikaze û ji bo hilberîna balafirên bêmirov alavan kiriye.

Kirby her weha ragihand Îran dronan di ser lîmana Emîrabadê de, di ser Derya Hazarê de şandiye bajarê Rûsyayê Mahaçkale û Rûsya wan dornan li hemberê Ûkraynayê bikaraniye. Kirby weha dewam kir:

“Rûsya di hefteyên dawiyê de ji bo li Kîevê bixe, xelkê Ûkraynayê terorîze bike, dronên Îranê bikartîne. Hevkariya leşkerî ya navbera Rûsya û Îranê kûr dibe. Em ji pêşdeçûnan bi endîşe ne. Agahiyên me hene ku Rûsya ji bo tesîsekî balafirên bêmirov çêbike, ji Îranê alavan kiriye. Ev tesis dibe ku di serê sala bê de dest bihilberînê bike.”

Kirby got ku tesîs ji Moskovayê 1100 km dûr li herêma taybet ya Aboriyê ya Alabuga ye, ciyê tesîsê bi wêneyên ku ji hewayê hatine kişandin û rêya şandina dronan ya Îranê ya ji bo Rûsyayê li ser nexşeyan nîşan da. Kirby her weha behsa Moskovayê kir ku ji Îranê re fuze, alavên elektronîk û alavên bergiriya sehayên hewayî bi awayekî bê hempa teklîfa hevkariyê kiriye. Îran di serê salê de, bi Rûsya re ji bo kirîna balafirên Rus Sukhoi-35 (Su-35) jî peyman girêdaye.