image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan ragihand ku roja yekşemê bi vekirina konsulxaneyên her dû dewletan yên li Tehran û Riyadê gelek raziye. Li gor ragihandina malpera fermî ya wezareta karên derve ya Îranê; Emir Abdullahiyan ragihandiye ku li Tehranê di hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re gotiye Îran tenê berjewendiyên herêmê destek dike.

Emir Abdullahiyan behsa rola hukumeta Iraqê ya ku di navbera dewletên herêmê de diyalogê teşwîq dike û dixwaze têkiliyên navbera Erebistanê û Îranê û hetta welatên din yên herême normalîze bibin, ji xebata Iraqê raziye. Abdullahiyan her weha behsa çaresereiya pirsgirêkên herêmê kir ku divê di herêmê de çareser bibin, destekê dide agirbesa li Yemenê û normalbûna têkiliyên navbera Tehran û Qahîrê di berjewendiya dinya îslamê de şirove kir.