image

PeyamaKurd Hat ragihandin ku 2 milyar û 700 milyon dolar ji samanên Îranê yên li Iraqê yên ku ji ber cezayên yekalî yên Amerîkayê hatibûn cemidandin, serbest hatin berdan.

Serokê Odeya Bazirganî ya Îran û Iraqê Yehya Îshak ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re axivî û diyar kir ku 2.7 milyar dolar samanên welatê wî yên li Iraqê hatin berdan.

Îshak da zanîn, ew samanên ku hatine berdan wê bibe sedema aramiya bazara diravên biyanî li Îranê û diyar kir ku beşek ji wan pereyan ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên welatiyên Îranê yên ku ji bo ziyaretên olî diçin Iraqê tên terxankirin.

Îshak got, "Ev rewş wê teqez bi awayekî erênî li bazaran derkeve."

Ji aliyê din ve di nûçeya televîzyona dewletê de hat ragihandin ku bi destûra Banka Navendî ya Amerîkayê 2.7 milyar dolar ji çavkaniyên diravî yên Îranê yên li Iraqê hatiye berdan.

Ajansa nîvfermî ya Îranê ISNA di 6ê Hezîranê de ragihandibû ku Tehran razî bûye ku samanên xwe yên cemidkirî yên 10 milyar dolarî li Iraqê û 7 milyar dolaran li Koreya Başûr ji ber cezayên bankî yên yekalî yên Amerîkayê azad bike.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin, lihevkirin di çarçoveya serdana Sultan Heysem bîn Tariq a Umanê ya 29ê Gulanê ya Tehranê de û seredana Serokê Amerîkayê Joe Biden a Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk bo Umanê hat kirin.