PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêvebirên Îranê ve hatin ragihandin, piştî peymana asayîkirina pêwendiyên navbera Tehran û Riyadê, vexwendina rayedarên Erebîstana Siûdî ya rayedarên Îranê, ji aliyê wan ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.
Alîkarê Kar û barên Siyasî yê Ofîsa Serokomariya Îranê Mihemed Cemşîdî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Keyê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebduleziz, ji bo Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nameyek şandiye.
Cemşîdî, di dewama peyama xwe de got ku "Keyê Erebîstana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz, di nameya xwe ya ji bo Serokomarê şand de peymana di navbera herdu welatên bira de bixêrhatin kir, ew vexwend Riyadê û banga hevkariyeke xurt a aborî û herêmî kir. Vexwandin û hevkariyên Îranê teşwîq kirin û li ser amadebûna xwe ji bo berfirehkirina hevkariyê tekez kir.”
Di 2yê Çileya 2016an de li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi sûcdariya "terorîzmê" hatibûn darvekirin û ji wê demê ve pêwendiyên navbera aliyan bi temamî hatibûn rawestandin.