image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, di hevpeyvîneke ligel medya rûsî de, derbarê asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk ên Îran-Erebistana Siûdî de daxuyanî dan.

Ebdullahyan got, proseya dîyalogê ya zindîkirina pêwendiyên dîplomatîk ên ligel Erebistana Siûdî çi dibe bila bibe wê dewam bikin.

Wezîrê Îranê daye zanîn ku ew pabendî hevdîtinên gera dawî yên li Iraqê hatine kirin e û diyar kir, aliyê Siûdî hin madeyên lihevkirinê bicih neanîne, lê li gorî nêrîna wan berdewamkirina pêwendî, diyalog û hevkariya Tehran û Riyadê ji bo ewlehî aştiya herêmê gelekî bi bandor e.

Herwiha Ebdullahiyan gotiye, wan ji ber piştevaniya medya Siûdî bo xwepêşandanên li Îranê  protestoya xwe gihandiye aliyên pêwendîdar.