image

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îranê IRNA dîmenên êrîşên komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike li Sûriyeyê li ser baregehên Amerîkayê parve kirin.

IRNAyê wêneyên êrîşên bi roketan li ser zeviyên petrolê yên Omer û gaza Kuniko ku hêzên Amerîkî lê bi cih bûne, ji herêmên ku komên biyanî yên ku Îran piştgirîya wan dike li Dêrezorê, belav kirin.

Li parêzgeha Dêrezorê, komên ku Îran piştgirîya wan dike, êrîşên bi roketan birin ser zeviya petrolê ya Omer û gaza Kuniko û derdora wê ku hêzên Amerîkî lê bi cih bûne. Hêzên Amerîkî jî bi topan û roketan bersiva arasteya roketan da.

Leşkerên Amerîkî yên ku di êrîşê de birîndar bûn ji bo dermankirinê birin bajarên Bexda û Hewlêrê yên Iraqê.