image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi daxuyaniyekê pêwendiya Îranê bi êrîşkerê nivîskarê Brîtanî Selman Ruşdî re red kir.

Ajansa “ISNA” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî li Tehranê diyar kir: “Em bi tundî û fermî red dikin ku pêwendiya me bi êrîşker re hebe.” Herwiha da zanîn, mafê tu kesî tune ye Komara Îslamî ya Îranê tawanbar bike.

Kenanî eşkere kir, Selman Ruşdî bi sivikatîkirina li pîroziyên îslamî û derbaskirina xetên sor, zêdetirî milyar û nîv mislimanan û peyrewên hemû olên din, hêrsa xwe xelkê aniye.

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Em ji aliyê yasayî ve sivikatîkirina olên yekxwedayî şermezar dikin. Nabe em êrîşa li ser Ruşdî, bêyî şermezarkirina sivikatîkirina wî bi ola Îslamê bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev yekem karvedana Tehranê ya li hember hewla kuştina Selman Ruşdî ye.