image

PeyamaKurd- Baskê firokevaniyê yê Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê, duh peyka xwe ya nû ya wênekirina leşkerî Nur-3 şand fezayê.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, şandina peykê wekî "serkeftineke neteweyî" bi nav kir û li gorî raporên medyaya dewletê, Wezîrê Ragihandinê yê Îranê Îsa Zarepûr jî di ser medyaya civakî re serkeftina şandina peykê ragihand.

Zarepur li ser platforma medyaya civakî ya herêmî Virasty nivîsî û got, "Ez xebatkarên sektora asîmanî ya welêt û pisporên Hêzên Asîmanî yên Pasdaran ji bo vê serkeftinê pîroz dikim."

Îran îdia dike ku ew dixwaze sektora xwe ya asîmaniyê berfireh bike da ku peykan bi awayên cûrbecûr bi kar bîne ku di nav de ji bo birêvebirina zeviyên çandiniyê û mebestên lêkolînê jî hene lê belê Amerîka û hêzên din ên rojavayî çend caran Îran ji bo havêtinên peyken mîna Nur-3. hişyar kirine.

Hêzên rojavayî diyar dikin ku heman teknolojî dikare ji bo moşekên balîstîk, di nav wan de yên ku dikarin serikên nukleerî hilgirin, were bikaranîn.