
PeyamaKurd - Lijneya bilind a Bicihkirina Rêkeftina Ewlehiya Sînoran a navbera Iraq û Îranê, li ser dawîbûna mohleta Îranê ya bo 19ê Îlonê daxuyaniyek belav kir.
Lijneyê ragihand ku hemû baregehên opozîsyona Îranê yên li ser sînor bi temamî hatine valakirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, bi pabendbûna her yek ji Iraq û Îranê bi xalên nav rêkeftina ewlehiyê û bi rêya hewlên hevbeş ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lijneya Bilind a Hevbeş a navbera her du welatan, hemû baregehên opozîsyona Komara Îslamî ya Îranê bi temamî hatine valakirin, ku dikevin nêzîkî sînorê navbera her du welatan.
Lijneyê diyar kir, ew hêzên opozîsyonê ku berê li wan baregehan bûn, bo cihekî dûrî sînor hatine veguhestin û çekên wan jî nemane, da ku wek penaber bimînin û li şûna wan hêzên pasevaniya sînor li wan xalan hatine bicihkirin.
Herwiha behsa wê yekê hatiye kirin ku nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di civînên lijneyê de amade bûye, ku li Hewlêr û Bexdayê birêve çûne û piştevaniya temam ji bo Hikûmeta Iraqê di bicihkirina birgeyên rêkeftinê de nîşan daye, piştevanî daye ku komên opozîsyonê bi mercê pêgeheke wan a sivîl hebe, li Iraqê bimînin.