image

PeyamaKurd – Li demeke ku alîgirên Sedir protestoyên li Devera Kesk a navenda rêveberî û nûnertiyên biyanî ya Bexdayê dewam dikin, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi peyamekê “azadkirina” Devera Kesk a Bexdayê ragihand. Muqteda Sedir got: “Ev derfeteke mezin e ji bo guhertina bingehîn ya sîstema siyasî, destûr û hilbijartinan.”

Sedir bal kişand ser derbasbûna yekem a bo parlamentoyê ji aliyê alîgirên Sedir ve û diyar kir, “Ez hêvî dikim ku trajediya jidestdana yekem derfeta zêrîn a di sala 2016an de rû daye, dubare nebe.”

Di dewamê de jî Sedir got ku gelê Iraqê daxwaza reform, demokrasî, welatîbûn, qanûn, serxwebûn, serwerî, prestîj û sînordarkirina çekan di destê dewleteke bihêz dike, bi awayekî ku yasa li ser hemûyan û mîlîsan werin bicihkirin.

Rêberê Tevgera Sedir bang li welatiyên Iraqê jî kir: “Rabin daxwaza reforman li welatê xwe bikin. Derfetê ji dest nedin.”

Herwiha Sedir ji gelê Iraqê re got ku piştgiriya şoreşgeran bikin ji bo çaksaziy", bi taybetî eşîre, hêzên ewlekarî û Heşda Şeibî di bin biryara gel de.

Hêjayî bibîrxistinê ye, alîgirên Muqteda Sedir duh li Bexdayê li dijî nazmedê Çarçoveya Hemahengiyê yê ji bo postê Serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest bi protestoyan kirin û Parlamentoya Iraqê du roj in di destê xwepêşanderên Sedir de ye.