image

PeyamaKurd – Piştî xwepêşandanên Tevgera Sedir ku Çarçoveya Hemahengiyê ya partiyên şîe yên nêzîkî Îranê hedef digire, hat ragihandin ku Çarçoveya Hemahengiyê jî îro 1ê Tebaxê dest bi xwepêşandanan dike.

Di daxuyaniya Çarçoveya Hemahengiyê de bang li alîgirên partiyên nav hevpeymaniyê hatiye kirin ku îro li demjirêm 17:00 li Bexdayê dest bi xwepêşandanên bikin û bimeşîn ber bi Devera Kesk ve.

Hêjayî gotinê ye, alîgirên Sedir jî li heman deverê xwepêşandanan dikin û metirsîya rûbirûbûna alîgirên herdu aliyan xwe daye der.

Çarvoveya Hemahengiyê diyar kiriye ku bangewaziya wan ji bo parastina dewlet, saziyên destûrî û proseya siyasî ye.

Li aliyê din xwepêşandanên Tevgera Sedir ên dijî namzedê Çarçoveya Hemahengiyê yê serokwezîrtiyê Muhammed Sûdanî berdewam dikin û 3 roj in alîgirên Sedir di nav parlamentoyê de di çalakiya rûniştinê de ne.