image

PeyamaKurd – Li gor nûçeyên ku di ser medya Iraqê de hatine belavkirin; ji bo Iraq bi ziwahiyê û xelaya avê re têbikoşe, wezareta avê û çavkaniyên avê ya Iraqê plan dike ku di sala 2024an de 36 bendavan ava bike. Wezîrê avê û çavkaniyên avê Aoun Diab, ji bo rojnama dewletê ya Sabahê ragihandiye ku plana avakirina 36 bendavan dikin.

Wezîr gotiye ku 4 sale li Iraqê xela avê heye. Wê îsal dest bi avakirina baraja Şengalê ya Çola Badiayê û ya devera Rabiayê baraja El-Masadê bikin. Plana her dû barajan temame.

Di mijara berdana avê ya ji Tirkiyê ji bo Iraqê, di navbera her dû dewletan de tê niqaşkirin û divê Tirkiye û Iraqê li ser binkeyên avên ku ji Tirkiyê an ku ji bakûrê Kurdistanê diçin başûrê Kurdistanê li hev bikin.