image

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku rêkeftina avê ligel Tirkiyê ketiye pratîkê û aliyê Tirkiyê dixwaze kêşeyên ligel Bexdayê çareser bike.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Hemdanî eşkere kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rêkeftina Enqere û Bexdayê ya derbarê çavkaniyên hevbeş ên avê de îmze kiriye û got, îro pêncşemê 14ê Cotmehê rêkeftina avê ket warê cîbicîkirinê û Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî ev agahî ji wan re ragihandiye.

Hemdanî destnîşan kir ku pêşwaziyeke baş ji aliyê Tirkiyê ve ji dosyeya avê heye, ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê di gihiştina vê rêkeftinê de serkeftî bûye.

Herwiha eşkere kir ku Iraqê ji bo dehan salên bê, ev rêkeftin ligel Tirkiyê îmze kiriye.

Wezîrê Çavkaniyên Avê ragihand: “Li ser dosyeya çavkaniyên hevbeş ên avê, Îran alîkariya Iraqê nake, her dem zirarên mezin li Bexdayê dikeve.”

Mehdî Hemdanî wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku Îran li ser vê mijarê alîkar be, bi taybetî li parêzgeha Diyala asta ava çemên Hewîze û Karon gelek daketiye, li hember vê, Tirkiye û Sûriyê alîkariya Iraqê kirine.”