
PeyamaKurd – Serokomarê Îsraîlê li payîtexta Belçikayê li Brukselê li baregeha NATO yê bi sekreterê giştî yê NATO bi Jens Stoltenberg re civîna çapemeniyê kir. Herzog di civîna çapemeniyê de weha got:
“Pêwiste NATO tedbîrên qanûnî û siyasî û hem yên leşkerî ji bo Îsraîlê dev ji kiryarên xwe berde, li hemberê rejîma Îranê bi xwurtî pêk bîne. Krîza Ûkraynayê derketiye derveyê welatê wan û tehdîda Îranê êdî li ber derê Awrûpaye û nîzama navdewletî bê minnet kiriye.
Piştî peymanên Abrahamê, bi NAT0 re hevkariyekî bê hempa li Derya Sipî û Rojhilata Navîn ya ewlehiyê heye û em dikarin vêya bikin hevpariya stratejîk ya herêmî. Îsraîl biryarê daye ku têkiliyên stratejîk bi NATO re fireh bike û kûr bike. Em, plana îmzekirina peymana hevkariyê ya ku peymanan dirêj dike û fireh dike, bi rizamendî qebûl dikin.”
Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg jî ragihand ku serokê Îsraîl cara yekeme li NATO yê tevlî civînê dibe, wê ji hevkarên NATO re xîtabê bike û ev nîşana hevpariya Îsraîl-NATO ye û tê vateya kûrbûna hevpariyê. Stoltenberg weha dewam kir:
“30 sale ku Îsraîl di seha zanist, teknolojî, têkoşîna bi terorê re, li hemberê sîlihên komkujiyê û di gelek sehayên din de, bi NATO re dixebite. Îran li hemberê Ûkraynayê destekê dide Rûsyayê. Li beranberê wê Rûsya jî destekê dide Îranê.”