image

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Xezzayê bi sedema bi ser Rêxistina Cîhad a Îslamî ve ne, serê siba bi tank û yekîneyên zirxî li Xezzayê, li 7 ciyan xist. Operasyona bi navê ‘Operasyona di Wextê Şefeqê’ de ji aliyê Îsraîlê de hat destpêkirin û niha di roja duyem de ye. Ciyên artêşa Îsraîlê xistiye nav hedefa xwe temamê wan îmha kiriye.

Ciyê tê gotin ku navenda perwerda leşkerî ya rêxistinê ye, depoya leşkerî ya li Xan Yûnisê, depoya muhîmmatê ya leşkerî jî di nav wan de bi balafirên şer li temamê hedefên wan xistine.

Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya ser Xezzayê de zarokekî 5 salî, jineka 23 salî bi temamî 15 kes mirine û 125 sîvîl birîndar bûne.