image

PeyamaKurd - Kanala 13 a Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên Hêzên Asmanî yên Îsraîlê digel balafira gihandina şewatê ya Amerîkayê di dawiya meha Gulanê de, ji bo ceribandina êrîşên nişkave bi ser navendên nukleerî yên Îranê, rahênaneke leşkerî li dar dixin.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku navê wê rahênanê “Çerxa mirinê” ye û rêjeyek zêde ji balafirên şer ên Îsraîlê beşdarî ceribandina çawaniya ketina nav asmanê Îranê û pêkanîna êrîşên ser navendên nukleerî dibin.

Fermanderê nû yê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Michael Kurilla ku çavdêriyê li ser hevkariya leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê di vê ceribandinê de dike, roja Sêşema bê ji bo hevdîtina digel berpirsên Îsraîlê serdana Tel Avîvê dike.

Herwiha hatiye ragihandin ku Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Benny Gantz jî dixwaze serdana Amerîkayê bike û bi berpirsên aliyê Amerîkayî re hevdîtinan pêk bîne.