image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Îranê; artêşa Îsraîlê vê sibê di êrîşa ji bo der û dora Şamê de, du feremandarên Îranê kuştiye. Her dû fermandar ji bo artêşa Sûriyê şêwirmendî dikirin.

Li gor ragihandina televizyona Îranê, ber destê sibê artêşa Îsraîlê li noqteyên leşkerî yên der û dora Şamê xistiye. Îsraîlê ji terefê Golanê de li Şamê xistiye.

Artêşa Îranê bi nivîskî ragihand ku ji artêşa Îranê Muhammed Ali Atayi Şurçe û Penah Takizade di êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Îsraîl nahêle ku hêzên Îranê yên li Sûriyê bicîh bûne xwe bigihînin heya sînorê Îsraîlê an Îsraîl bikeve ber menzîla wan û li wan dixe.