image

PeyamaKurd-  Rayedarên Îstîxbarata Rojava, ji bo Washington Postê ragihand ku Rusya û Îranê, li ser hilberîna dronên kamîkaze ya li ser axên Rusyayê, li hev kiriye.

Di agahiyên ji bo Washington Postê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Rusya û Îranê, li ser dronên kamîkaze yên Îranê li hev kiriye ku ew drone li ser axên Rusyayê bên çêkirin û hat ragihandin ku ev lihevkirin jî di serê mehê de çêbûye.

Rayedarên îstîxbaratê yên ku ev agahî dan rojnameyê, da zanîn ku ji ber Rusya neçar maye ji hin bajarên ku li Ukraynayê dagir kiribûn, paşve vekişe, ji tebaxê ve li dijî tesîsên binesaziya Ukraynayê, ji 400î zêdetir êrîşên kamîkazeyî kirine.

Her wiha ji aliyê Berdevka Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Adrienne Watson ve jî hat ragihandin ku ew ê ligel hevkarên xwe, derxistina holê ya hevkariya Rusya û Îranê jî û piştgiriya berevaniya asîmanî ya ji bo Ukraynayê jî berdewam bikin.