PeyamaKurd- Li gorî rapora îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê, Rusya, amadekariya dirêjkirina şerê li dijî Ukraynayê dike.
Li gorî raporta îstîxbaratê, belgeyên ku eşkere ji Wezareta Darayî ya Rusyayê derketine, nîşan didin ku Rusya dikare ji budceya giştî ya hikûmetê di sala 2024an de ji % 30 zêde bike.
Wezareta Parastinê ya Rusyayê dixwaze ku 10.8 trîlyon ruble (nêzîkî 112 milyar dolarên Amerîkî) ji bo lêçûnên berevaniyê were veqetandin ku ev yek ji % 6ê GDP ya Rusyayê ye û li gorî rêjeya di bûdceya 2023yan de ji % 68 zêde bûye.
Di raportê de bal li ser hûrgiliyên lêçûnan tê kişandin û wiha hat gotin:
"Îhtimaleke mezin heye ku Rusya heta sala 2024an, piştgiriyê bide vê asta lêçûnên parastinê. Hemû hûrguliyên li ser lêçûnên berevaniyê yên Rusyayê her dem veşartî ne. Lê belê ev hejmar eşkere dikin ku Rusya dixwaze şerê li Ukraynayê çend salên din berdewam bike.
Ev yek piştî daxuyaniyên Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu yên di 27ê Îlona 2023yan de tê wateya ku ew amade ne şer heta sala 2025an bidin berdewamkirin.”