image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezîrareta Îstixbarata Îranê ve hat ragihandin ku 12 tîmên "terorîst" ên ku tê îdiakirin ku bi Îsraîlê re têkildar in, hatine girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Wezîrê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb, di derbarê xebatên ku li hember êrîşên muhtemel ên terorîstî yên li dijî welêt hatine kirin agahî dan.

Li gorî nûçeyê, Xetîb di agahiyên xwe de got, "12 tîmên terorê yên girêdayiyê Îsraîlê ku bi armanca li welêt tevliheviyê çêbikin û amadehiya çalakiyan dikirin, hatin girtin." 

Xetîb îdia kir ku ev hewila "Piştî ku xwepêşandanên Jîna Emînî bi ser neketin, ji aliyê dijminên Îranê ve hatiye plankirin."

Piştî mirina Jîna Emînî, xwepêşandanên ku di 17ê Îlonê de li bajarê wê Seqizê dest pê kirin, li tevahiya welêt belav bûn û ev xwepêşandan veguherîn xwepêşandanên li dijî hikûmetê.

Li gorî agahiyên fermî yên berevaniya Îranê, di xwepêşandanên bi mehan dewam kirin de li seranserê welêt zêdetirî 10.000 kes hatine binçavkirin.