image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson û wezîrê bergiriyê Pal Jonson, ragihandin ku Îsveç ji bo demkî îznê daye yekîneyên NATOyê ku li Îsveçê bicîh bibin. Hukumeta Îsveçê ji bo operasyonên hevpar yên di hadatûyê de derfetan bibînin û endamên NATOyê karibin bi dewletên endam re amadekariyan bikin, îznê dane NATOyê. Di gotara li ser mijarê de weha hat gotin:

“Rûsya hêjî ji bo me tehdîde. Di rewşa krîzê an şer de divê em karibin alavên leşkerî yên dewletên din bilez bînin welatê xwe. Em weka hukumeta Îsveçê, bê bibin endamê NATOyê, me îzna demkî da ku yekîneyên NATOyê li welatê me bicîh bibin.

Moskova ji bo bigihê hedefên xwe yên jeopolitik talûkeyên gelek mezin yên leşkerî û siyasî digre ser milên xwe. Şerê Rûsyayê yê ser Ûkraynayê di Awrûpa de, tiştên di çaxa nûjen de me dît, ne weka wan e. Ji şerê duyem yê cîhanê heya niha, em di bin tehdîda herî mezin de ne. Rûsya di dahatûyê de wê ji bo cîranên xwe tehdîda xwe dewam bike. Daxwaza Putin ya sînorê axê heya ku derêye em nizanin. Me, ji ber tiştên di rewşa dora xwe de dît, vê biryarê da.”